Nêçîrvan Barzanî serokê hukûmeta herêma Kurdistanê li gel Erselan Bayîz serokê parliyamenta Kurdistanê kom bû û basa serdana xwe ya bo Turkiyeyê û dîdar û kombûnên xwe li gel berpirsên pile bilindên ewî welatî û encamên wan kir û serdana xwe û şandeya Kurdistanê bi serkevtî wesif kir.
Îro duşembîyê Nêçîrvan Barzanî serokê hukûmeta herêma Kurdistanê û Erselan Bayîz serokê parliyamenta Kurdistanê bo hemahnegîya zêdetir di navbera hukûmetê û parliyamentê de, dîdar kirin.
Erselan Bayîz serokê parliyamenta Kurdistanê bi madebûna cihgirê serokê parliyamnetê Hesen Muhemed Sûre û sekreterê parliyamentê Firset Ehmed îro li baregeha Parliyamneta Kurdistanê, pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî serokê hukûmeta herêma Kurdistanê, Îmad Ehmed cihgirê serokê hukûmetê û wezîrên kabîneya niha ya hukûmeta herêmê kirin.
Di dîdarekê de, basa pêşxistina peywendîyên navbera parliyamentê û hukûmetê û hemahengîya navbera her du dezgehên girîng hat kirin. Herwisa guftûgo li ser serdana evê dawîyê ya serokê hukûmeta herêma Kurdistanê û şandeya Kurdistanê bo Turkiyeyê hat kirin.