| 2012/05/22 4:38PM | 124 reads |
| 5mîn Pêşengeha Bînasazî Li Hewlêrê Hate Vekirin |
| |
Îro li Bajarê Hewlêrê bi amade bûna hijmareke Wezîr û Rayedarên Hikûmeta Kurdistanê û çendîn Konsulus û Nunerên welatên Biyanî 5mîn pêşengeha Bînasazî hate vekirin. Ev pêşengeha han ku, bi beşdariya 200 kompanî ji 20 welatên Cîhanê hatiye organîzekirin vê 4 rojan dom bike. Hate zanîn ku, welatên weke Amerîka, Berîtaniya, Holenda, Almaniya, Îtaliya, Swêd, Sûriye, Libnan, Îmarat, Ordin, Îraq, Tirkiye, Hêndistan, Çîn, Bulgariya, Îran û Beljîka di vê pêşengeha han de beşdarin. Di destpêka merasima destpê kirina vê pêşengeha han de çendîn peyv û gotar hatin pêşkêşkirin û balkêşandine ser girîngiya vekirina pêşengeha han û pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de.
|
|