Artêşa rejîma Be`esa Sûriye, doh êrîş kiriye ser bajarê Hula li parêzgeha Humsê û di encam de, bihtirî 110 kes kujtine û nêzîkî 300 kes jî birîndar bûne.
Çavkaniyên opozisyona Sûriye ragihandin kû, artêşa rejîma Be`es û hêzên ewlehiyê di kujtina xelkê de berdewamin û doh di êrîşeke artêşa Sûriye de, bo ser bajarê Hula gêrêdayî parêzgeha Humsê , bihtir ji 110 kes kujtine û bi sedan kes jî birîndar bûne.
Ajansa nûçeyan ya Almanî di raporteke xwe de dibêje di nava wan kujtiyan de 13 term yên zarokan bûn û nêzîka 300 kesên din jî birîndar bûne. Raport weha jî xûya dike, kû hêzên Beşar Esed dest bi ko kujiyên malbatan dike.
Encûmena Niştîmaniya Sûriye, ne razîbûna xwe li ser bêdengiya çavdêrên NY derbarê hebûna kujtinan û bê dengiya çavdêran, li ser vê, wekî din daxwaz ji NY kir kû, kombûneke ne yasayî derbarê kujtina Xelkên Sûriye saz bike.
Êrîşên hêzên ewhlehiya rejîma Sûriye bo ser xelkên xwepêşander, li bajarên din jî berdewam bû, giştî li bajarên din jî doh 21 kes hatin kujtin kû 14 kes ji wan ji Hemayê bûn, bi teqeyên hêzên ewlehiyê hukûmetê jiyana xwe ji dest dan.