|
baştirîn o mezntirîn berhem o armanca mrovê bslman bidest xove bînît demî dşêt b hemî rêka xo nêzîkî xodê biket yan hemî
qoînaxên jî yê xo bo xodê d mezêxît ef çende jî liser çend biniyateka bête avakirn da b berdewamî u ghorîn u pêşkeftin hebin
hemî jî bo mrovî dibne 'îbadet ,lê eger mrov jidl u giyan biket u ê rjd bît roj bo rojê dê xoşî u lezzeta kiriyarên mrovî jî zêdebît )biniyatên vî bernameî) 1- dvêt mrovî qena'et hebît bername giringtirîn tşte .
2- herwesa ev bername divêt liser biniyatên rohê bhête avakirn .
3- bi hayê vî bernameî wek xêr o ecr dvêt j hzra mrovî doîr nekevn .
4- jkarên başe ev bername dşiyanên mrovî dabît (belê dvêt mirov hemî şiyana bikarbînît)
5- dvêt mrov bzavê biket ev bername hemî layenên jiyanê vegirît çonkî îslam dînekê tevgire .
6- jkarên gelek giring ewe ev bername dû tewera b xove bigirît .
A- wek xandin zanîn wergirtin
B- kiriyar kar o rewşt o ghorîn * Bvî rengî her bernamekê rohê mrov boxo bidanît b kiriyar kar liser biket dê mezntirîn berhem bidest xove înît )meydanên vî bernameî) wek me amaje pê kirî bernamê rohê dvêt yê tevgir bît da jiyana mrovî hemî bibîte 'îbadet yan da mrov b dorstî 'îbadetî bjiyana xobiket ...
1- ew 'îbadetên xodê liser mrovî ferzkirîn: wek pêxember silav liserbin dibêjît baştirîn 'îbadet ewe yê xodê liser me ferzkirî mrov pê nêzîkî xodê dibît .
2- ew 'îbadetên zêde o serbarkên ferza ko berdewamyê ddene nêzîkbona mrovî bo xodê )eger mrov berdewam bît dê xodê hej mrovî ket opaşî mliyaket o mrovên baş)
3- 'îbadetê wergirtina zanînê çonkî pêxember silav liserbin dfermot o dibêjît )yê rêkekê bigirît da zanînekê bzanît xodê dê rêkekê bo veket bçîte beheştê (
4- 'îbadetê xo xemlandin b hemî rewştên çak ewjî herwekî pêxember dibêjît (yê baweriya wî ya temame yê baştirîn rewşt Hebît)
5- 'îbadetê bîrkirna xodê (zkirê xodê ) çonkî pêxember dibêjît ew dlê zkirê xodê neket wek mala herftî ye yan di fermot zkir wekî kelha..mrovê bslman ddete niyasîn .
6- 'îbadetê harîkaryê odest girtina bslmana diher biwarekê hebît herwekî pêxember silav liserbin dibêjît (xodê harîkarê wî mrovî ye hndî mrov harîkarê birayê xobît)
7- 'îbadetê hzrkirnê o bikarînana aqlî dmeznatî o zanîn o xodayetiya xodayê mezn da . 8- anko dvêt mrov 'îbadetî - bi leşê xo biket - bi giyanê xobiket - bi derona xobiket - bi aqlê xo biket
9- ço meydanên jiyanê nînin xo d quranêda behs nekirbît jberhndê pêdviye mrov xo têda şareza biket kadê çewa kete 'îbadet .
10- herwesa 'îbadetekê gelek giring yê heî ewjî hêlana xeletî o gonehaw saloxên nebaş,evê jî perwerdekirneka rjd o taybet pê dvêt çonkî evejî berheme herwekî to her 'îbadetekê dî dkeî . ( hndek nimone ) em dê hndek nimona dest nîşan keyn da ptir ramaname ron bît xandevan ptir mfaî bibînît : 1- nivêj: wek ferz wek sonet- sonetên dgel nivêjê rabona şevê yan nivêjên şevê sonetên bhndek dema ve girêdaî wekî nivêja rojeelatinê .
2- rojî : jbilî remezanê çonkî tştekê asayiye bo bslmanî belê sonetên rojiya yan rojyên soninet perwerdekirne bo mrovî
3- quran: eger mrov rojê dee deqîqa bixoînît dê heyvê xtmekê ket
4- xêr- bila b kêmtirîn tşt mrov heftyê sedeqekê bidet .
5- xandina dînî : pêdviye bher rengekî mrov xo ddînê xoda şarezaket çonkî ewjî 'îbadete eger rojê nîf se'etê bixoînît
6- perwerdekirn: eger mrov xodan xêzan bît yan ç endam bît dmalêda pêdviye bernamekê nîşadana dînê mrovî hebît bo mala xo
7- zkirkirn: pêdviye mrov ço rengên zkirî jdest xo neket wek : ِِ A- zkirê Spêdê û êvarî
b- zkirê helkeftina wek çona mzgeftê yan çona dtirombêlê da
t- zkirê piştî nivêjê
p- zkirê zor (ko mrovî bernamekê taybet hebît dise'etekê da gelek rengên zkirî biket
8- bangewazî :ew tştê mrov ji dînê xodê dzanît bigehînît o nîşa xelkekê bidet bher rêkeka hebît .
hîvîdaro do'axazîn jxodayê mezn piştevanê me hemiyabît
|